18 February 2026 - 23:37
Artêşa Rejîma Sîyonîst careka din ket rojavaya Der`ayê

Çavkanîyên xwecî ragihandin ku liv u tevgerên artêşa Rejîma Sîyonîst li başûra Sûrîyê didomin.

Li gor rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (S.X) - ABNA– Çavkanîyên hanê ragihandin: Hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst bi 7 maşînên leşkerî ketin gundê Mesretîye li derdora rojavaya Der`ayê. 

Çavkanîyên xwecî li parêzgeha Quneyterê jî ragihandin ku leşkerên sîyonîst ketin gundê Eyz Zîvanê li derdora başûra vê parêzgehê û xalee lêgerîn u kontrolkirinê danîn. Leşkerên Sîyonîst bilî ketina nav vî gundî u êrişa ser malên welatîyên sûrî, dest bi lêgerîna di nav malên hanê da kirin. 

 …………

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha